Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li bajarê Til Temirê  bi munasebeta 21’emîn salvegera şehadeta têkoşera Kurd Gulnaz Karataş “Bêrîtan”, bi nave tabûra “Şehîd Silava” tabûra jinê ava kir. Bi munasebeta îlankirina tabûrê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîma ku li navenda tabûrê hat lidarxistin û gelek welatiyên ji pêkhateyên herêmê tevli bûn de, yek ji fermandarên YPJ’ê Hêvîdar Dara axivî. Dara diyar kir ku jinên Kurd li ser bîr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan destkeftiyên girîng bidest xistine û bûye xwedî  rola pêşengiyê. Dara her wiha têkoşera Kurd “Bêrîtan” jî bibîr anî û da zanîn ku ew ê li ser bîranîna hemû şehîdên azadiyê têkoşîna xwe bilind bikin.

Di merasîmê de her wiha li ser navê Yekîtiya Star, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Saziya Zimanê Kurdî jî axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan navenda tabûrê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat vekirin. Merasîm bi govend û stranên koma Şoreş didawî bû.

TIL TEMIR