
Hat ragihandin ku ji 15 kuştiyên çeteyan cenazeyê 4 çeteyan di destê YPG'ê de ne.
Operasyona ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêr êvarî li ser riya bajaroka Til Xelef li dijî komên çekdar dabû destpêkirin, heta doh sere sibehê dom kir. Di operasyonê de gundê Kişto ji komên çekdar hate rizgarkirin û gelek baregehên wan hatin desteserkirin.
Di encama operasyonê de gelek noqteyên komên çete yên li dora gundê Kişto ketin destê YPG’ê. Her wiha gundê Kişto jî ji komên çekdar hate rizgarkirin. Hate ragihandin ku di pevçûnan de gelek endamên komên çete hatine kuştinû birîndarkirin, her wiha wesayiteke doçka jî hatiye desteserkirin.
SERÊKANIYÊ
Temenê parastinê nîne
Piştî êrîşên komên çekdar ên Dewleta Îslam ya Iraq û Şam (DAIŞ), hêzên YPG’ê îlana seferberiyê li gelê Kurd kir. Li ser banga seferberiyê hemû şêniyên Rojava ketin nava liv û tevgerê. Mirovên bi temenê xwe mezin jî serî li navendên Asayîşê û YPG’ê dan û piştgriya xwe nîşan dan. Yek ji wan jî welatiyê binavê Mihemed Qîşo ye. Mihemed Qîşo yê 60 salî da zanîn ku heger hin ciwan koçberbûne û ji ber berpirsyariyên xwe reviyan jî, lê hîn bi hezaran kes hene parastina welatê xwe bikin hene.
Apê Mihemed diyar kir ku ew heta dawiya temenê xwe dê parastina welatê xwe bikin û got; “Heger xwarin nemîne jî, em ê pelên daran bixwin û parastina welatê xwe bikin. Em tu carî welatê xwe bernadin.”
Apê Mihemed dibêje ku piştî îlana seferberiya hêzên YPG’ê, erkê wî ye ku parastina welatê xwe bike.
Kesê bi navê Aphê yê 55 salî jî bang li ciwanan kir da ku tevlî nava refên YPG’ê bibin û di parastina herêmê de cihê xwe bigrin. Li ser pêla koçberiyê Apê Aphê bang li welatiyên Rojava kir ku, neyên lîstokan û dest ji welatê xwe berne din. Aphê destnîşan kir ku îro roja namûs û rumetê ye û ji koçberan xwest ku vegerin malên xwe.
Kerîm Aîşo yê 62 salî jî da zanîn ku tevî temenê mezin jî, bi bîryara heya deqeya dawî temenê xwe parastina welatê xwe bike.
EFRÎN