Li herêmên Serêkaniyê, Tirbespiyê, Çelaxa û Til Ebiyad ên rojavayê Kurdistanê şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete ên girêdayî Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad El-Şam/Cephet El-Nusra de şevê berîn jî dom kir. Di şerê li Serêkaniyê Rojava de 18 êrîşkar hatin kuştin.

Şer û pevçûnên ku li ser êrîşên komên çete yên girêdayî Cephet El-Nusra destpêkirin, di roja xwe ya 17’an de ye. Êrîşên çeteyan yên li dijî şervanên YPG, asayîş, emdamên meclisan û welaityên sivîl ji exlaqê mirovahiyê derketine û bi awayekî bê perwa bi ser gel û destkeftiyên wan de diçin. Li dijî van hovîtî û bê perwaya çeteyan, gelê herêmê jî bi parastina xwe ya rewa bersivê dide. Di êrîşên ku ev bi dehan roj in didomin de nêzî 20 şervanên YPG, YPJ û asayîşê şehîd ketin û bi hezaran welatî hatin revandin û zarok jî di nav de gelek kes hatin qetilkirin.  Lê gelê herêmê bi tu awayî ji berxwedana xwe tawîz neda û bi ruhê seferberiyê xwedî li destkeftiyên xwe derketin. Di berxwedana gel û hêza parastina gel de sedî zêdetir êrîşkar hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn û dîl hatin girtin.
Pêr êvarê li Serêkaniyê Rojava saet derdora 22.00’an de li ser riya Til Xelef di navbera hêzên YPG’ê û komên Cephet El-Nusra de şer derket. Şer qasî saetekî berdewam kir, lê der barê emcama şer de tu agahî nehatin bi destxistin.
Piştî vê pevçûnê şervanê YPG’ê li hemberî noqteyek Cephet El-Nusra yên li bajaroka Tel Xelef operasyonek pêk anî. Li gorî çavkaniyên YPG’ê di vê operasyonê de 18 endamên komên çete hatin kuştin û yekîneya YPG’ê jî bêyî ku windahiyan bide vegeriyaye baregeha xwe.
Li Tirbesipiyê û Girkê Legê pevçûn
Li herêma Tirbespiyê pevçûnên li dora gundên Çêlekê, Taya û Sofya ku dikevin başûrê bajêr, şevê berîn cih bi cih dom kirin. Der barê encamên pevçûnan de agahî nehatin girtin.
Li herêma Girkê Legê ji li dora gundên Yusufiyê, Girhok û Sefa jî pevçûnan cih bi cih dom kirin. Di saetên serê sibehê de komên çete êrîşî benda YPG’ê ya li nêzî beşek Şîrketa Dîcle ku dikeve başûrê gundê Girhokê kirine, lê agahiyên zelal nehatin bi destxistin.

SERÊKANIYÊ




Li dijî Asayîşa Hesekê êrîş

Duh dîsa kesên girêdayî komên çete êrîşî navenda asayîşê kirin. Êrîşa bombeyî li nêzî avahiya Asayîşê ya li Taxa Til Hecer a Hesekê pêk hat. Di encama teqînê de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşê hatine girtin, teqîn saet di 09.30’an de pêk hatiye. Di encama teqînê de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû. Li gorî agahiyên destpêkê kesên nasnameya wan nediyar kîsek avêtine ber dîwarê asayîşê û piştre jî teqîn çêbûye. Der barê madeya teqemeniyê de agahiya zelal nehate bi dest xistin.

 HESEKÊ