Li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tirbesipiyê, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, bi munasebeta damezirandina rêxistina xwe bi beşdariya dehan jinên ciwan ên bajêr şahiyek li darxist. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Kordenesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Jiyan Koçer axivî û rêxistina jinên ciwan li jinan pîroz kir û got: “Piştî pirojeya aşîtiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan em ketine qonaxeke hesas û barekî girantir ketiye ser milê ciwanan ku pêşengiya civakê dikin, li ser vî esasî pêwîst e em ji bo serkeftina pêvajoya aşîtiyê tevbigerin.”  Koçer, destnîşan  kir ku çareserkirina doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê tê wateya çareserkirina pirsgirêka hemû Kurdistanê.


Banga piştgiriyê
Li ser nave Yekîneyên Parstina Jin (YPJ) Raperîn Rêber axivî û şahî li jinên ciwan û hemû berxwedêrên jin ên ku jiyana xwe di nava tekoşîna azadiyê de jidest dane pîroz kir. Rêber, bang li hemû jinan kir ku pişgirtiya YPJ’ê bikin. Endama PYD’ê Lorîn Elî jî di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan ji aliyê siyasî, civakî, leşkerî û bang li jinan kir ku cihê xwe di nav saziyên jinan de bigirin.
Li ser navê Yekîtiya Star, Rêxistina Jinan a PDPKS, Konfedresyona Xwendekaran, Saziya Malbatên Şehîdan, Hêzên Asayişê û Dayikên Aşîtiyê peyam hatin xwendin.
Di şahiyê de Koma Şehîd Egîd a girêdayî Tevgera Ciwanên Şorseşger, Koma Şehîd Xebat stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha Koma Şehîd Sebrî jî govend pêşkêş kir. 

TIRBESIPIYÊ