Saziya Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê bi beşdarbûna Cîgirê Serokê Desteya Kar û Barê Malbatên Şehîdan Hesen Şerîf, Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Helîma Fatimê û 80 delegeyan, her wiha gelek mêvan li navenda Çand û Hunerê ya Tirbespiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endamê Rêveberê TEV-DEM’ê Hemze Tolhildan axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li Kantona Cizîrê û got ku destkeftiyên dîrokî bi keda cangoriyan hatiye bidestxistin.
Di berdewama konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ji bo Konferansa Malbatên Şehîdan re hatibûn şandin ji aliyê Endama TEV-DEM’ê Newroz Gabar ve hatin xwendin.
Konferans bi xwendina rapora salane ya Saziya Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê dewam kir. Paşê li ser nîqaş hatin kirin û beşdaran pêşniyarên xwe kirin.Piştî nîqaşan hilbijartin hatin lidarxistin û 18 kes wekî meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê hatin hilbijartin.
TIRBESPIYÊ