Daraza li Tirkiyeyê bêdaraz e!
Hakiman ku di pirtûkên de di demên dawî de Tirkiye bi gelek dozên wekî Ergenekon, Balyoz, dozên 28'ê sibatê û "KCK" de hate rojevê nirxandine û anîne ziman ku daraza li Tirkiyeyê "Bê daraz e". Di pirtûkê de daraza Tirkiyeyê demek dirêje di nava qeyranê de ye û tê diyar kirin ku daraza tirk bi vê halê xwe hebûna xwe dê nikaribe bi parêze, lê tiştekî nû jî nehatiye afirandin û ji ber vê yekê jî qeyrana darazê kûrtir dike.
Daraz bi artêşbûnê ve diçe!
Di pirtûkê de bal tê kişandin ku demokrasî tê laxve kirin. Tê diyar kirin ku bi taybetî di dozên KCK, Balyoz û Ergenekonê de fezleke û îdîanameyên dozgeran ku di bingeha giştî ya paşketina siyasî de bi cih dibe, hema bibêje zivirîne metinê analîzên siyasî yên giştî. Di pirtûkê de ev tê gotin: "Daraza ku artêşa bûye hêzekî kevneşopî serserkî anî xwarê, daraz ev car jî ew bixwe dibe artêşbûn, bi xwe re jî di qada siyasî de gelek paşveketinê tîne. Li ser navê demokrasiyê laxvekirina demokrasiyê. Vê yekê artêşê berê de pir xweş nîşanê me dabû."
Hişmendiyeke skandal
Di pirtûka ku yek bi yek cih dide nêrînên hakiman de, tê destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê nîqaşên darazê her tim bi pirsgirêka samîmiyetê re malul dibe, gelek rewşên ku demxeya "terorê" xwariye bal tê kişandin. Di pirtûkê de wiha tê gotin: "Di çalakiya terorê de naçin rêxistina terorê. Berovajî piştî tarîfa rêxistinê çalakî çi ye tê diyarkirin. Bi vê re pêşî PKK û li gorî ku ji hêla PKK'ê ve hatibe sazkirin KCK û bi hewildana wî re avakirina BDP û heta Akademiya Siyasetê ya BDP'ê her tim ji bo bêxin xwarê vedigerîn in çalakiya 'terorê'. Bi kurt û kurmancî xwepêşandanekî kuçeyê, daxûyaniya çapemeniyê, meşa bi girseyî û mitîng her wiha wekê din hemû wek e faliyeta 'terorê' tê dîtin. Sedema wî jî çavkaniyê sucdar ê rêxistinê ye. Hiqûq bi hemwelatî çi ne re eleqedar nabe. Ne bi hiqûqa cezaya modern, çêkirin, kirin û kiryarê re eleqedar e. Dema we hemwelatiyan darizand hûnê civakê bi îdîanameyan birêve bibin. Li ser vê hişmendiyî hûn ne dikarin hiqûqê ava bikin û ne jî tecrubeya demokrasiyeke zexm. Tiştên hûnê biafirînin tenê wê 'demokrasiya sqandal' be."
Di pirtûkê de tê zanîn ku dema bê xwendina dosyayê biryar bê girtin, hakimên ku di pîşeya xwe de 5 sal tije nekiribin dema biryara erêkirina dosyayan û xirabkirinê da û dema ji nû ve pergaleke bîrdoziyê ya girêdayê Îslama Sunî ve hate ava kirin, ev plansaziya hareketê ya ji hêla AKP'ê ve tê meşandin pir zêde neyînî ye.
DÎHA/ENQERE