Rojnamegerê Emeriqî Julia Harte jî anî ziman ku di cîhanê de herî zêde li Tirkiye, Îran û Çînê rojnameger girtî ne.
Tirkiye di aliyê girtina rojnamegeran de di nava welatên cîhanê de di rêza yekemîn de ye. Di dîroka çapemeniya Kurd de 20'ê Kanûna 2011'an ku 36 rojnamegerên Kurd hatin girtin û niha 44 rojnameger tên darizandin, rojek bi nîşan e. Yekemîn rûniştina doza rojnamegerên Kurd di 10'ê Îlonê de li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dê bê dîtin.  Der barê rojnamegerên Kurd ên girtî de rojnamegerê Elman Frederike Geerdink û rojnamegerê Emerîqî Julia Harte nerînên xwe ji ajansa me DÎHA'yê re anîn ziman. Rojnamegerê Elman Frederike Geerdink, diyar kir ku girtina rojnamegeran ne hiqûqî ye û bi tevahî ji ber sedemên siyasî hatine girtin. Geerdink, da zanîn ku ev rewş wî pir hêrs dike û wiha axivî: "Girtina rojnamegeran ne heqîqî ye. Bi tevahî siyasî û keyfî ye. Hikûmed dixwaze her kes li hemberî helwesta wêya li ser gelê Kurd dimeşîne bêdeng bimîne. Hemû girtin bê delîl in. Em li hemberî van girtinan matmayî mane. Ger ku delîl têr nekin çawa hûn dikarin mirovan û bi taybetî rojnamegeran bigirin."
Rojnameger Emerîqî Julia Harte jî anî ziman ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune. Harte, da zanîn ku pîvana azadî û demokatîkbûna Tirkiyeyê hêjmara rojnamegerên girtî ye û wiha got: "Ev hêjmara rojnamegerên girtî tenê têrê dike ku çiqas azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê heye an tune. 

DÎHA/STENBOL