Referandûm ango plebîsît, ji bo qebûlkirina destûra bingehîn, qanûn ango di mijareke girîng de dengdayîna gel e. Di esasê xwe de referandûm ji bo demokrasiyek rast rêbazê herî baş tê nirxandin. Ev rêbazê demokrasiyê herî zêde li cîhanê li Swîsreyê tê bikaranîn. Li kantonên Swîsreyê welatî ji bo biryarekê, raste rast diçin ser sindoqan.  

Li aliyê din di heman demê referandûm, wekî amûreke dîktatoriyê jî di dîrokê hertim hatiye bikaranîn. Wekî misogerkirina dîktatoriyan hatiye dîtin. Gelek dîktator ji bo ku xwe weke ku demokrat bin û bi pişgiriya dengê gel hatine ser desthilatê nîşanbidin, referandûm bi kar anîne. Ji Hîtler heta Sedam, ji Pînochet heta Franco di dîroka cîhanê de hema bibêje pirraniya dîktatorên di sedsalên 20 û 21´ê de referandûm wekî amûreke dewamkirina desthilattariyê û qehîmkirina wê, bi kar anîne.  

Di dîroka komarê ya Tirkiyeyê de jî referandûm, hertim bi darbeyên eskerî re bûne rojev. 

Li Tirkiyeyê, referandûm ti carî wekî amûreke demokrasiyê nehatiye bikaranîn. Her dem ya ji bo erêkirina darbeyan pêk hatiye yan jî ji bo qehîmkirina desthilatdariyê.

Ji destpêka komarê û vir ve, heta niha 6 referandûm pêk hatine. Di salên 1961, 1982, 1987, 1988, 2007, 2010'an de referandûm pêk hatine. Weke tê dîtin ji 6 referandûman 2 di dema desthilattariya AKPê de pêk hatine. 

Li Tirkiyeyê yekem car referandûm sala 1961'ê bi rê ve çû. Piştî darbeya 27'ê Gulana 1960´î, destûra bingehîn a hatibû amedekirin, di 9'ê Tîrmeha 1961’ê de pêşkêşî dengdayîna gel hate kirin. 

Destûra Bingehîn tevî ji sedî 38,3 dengê NA, sedî  61,7 dengê Erê hat qebûlkirin.

Di vê referandûmê de pirraniya dengê NA li herêma Ege, Marmara û çend bajarên Derya Reş derketin.

Piştî vê referandûma 1961’ê, duyemîn car Tirkiye sala 1982’yan ji bo referandûmê çûye ser sindoqan. Ev yek jî ji bo erêkirina Darbeya 12'ê Îlona 1980’yî û dîktatoriya Kenan Evren hatiye kirin.

Piştî darbeya 12ê Îlona 1980’yî, Destûra Bingehîn a ji aliyê cûntayê ve hatî amadekirin 7'ê Mijdara 1982’yan çû referandûmê. Referandûm wekî îro di bin sîwana rewşa ewarte de pêk hat. Destûra Bingehîn bi % 91,37´ê dengan hat qebûlkirin. Ev encam bi xwe jî dide xuyakirin ka çiqasî rêbazek antî demokratîk di referandûmê hatiye bikaranîn. 

Referandûma 9'ê Mijdara 1982’yan taybetmendiyeke wê ya din hebû. Referandûm û hilbijartina Serokomariyê bi hev re pêk hatibûn. Yanî qabûlkirina referandûmê dihat wateya hilbijartina Kenan Evrenweke serokkomarê Tirkiyeyê jî. 

Referandûma 3´êyemîn jî di 6'ê Îlona 1987'an pêk hat. Ji bo guheradina xala demkî ya 4. a Destûra Bingehîn a 1982’yan ku qedexeya siyasetê danîbû ser siyasetvanan. Ev referandûm jî di bin rewşa awerte de pêk hat.  Bi referandûmê bni % 50,16´ê dengan qedexeya li ser siyasetvanan, rabû. Bi refrandûmê serokwezîrê wê demê Turgut Ozal biryara hilbijartinên giştî li Tirkiyeyê da.

Referandûma çaremîn di 25´ê Îlona 1988'an pêk hat. Ev referandûm jî ji bo guhertina xala 127. a Destûra Bingehîn ya 1982´yan bû ku armanca wê ew bû ku hilbijartinên heremî salekê bi pêş ve bîne. Ozal wê deme dixwest hilbijartinên heremî salekê bi pêş ve bîne û hilbijartinan di 13´ê Mijdara 1988´an de li dar bixe. Lê di referandûmê de dengê NA bi % 65´ê bi ser ket. Referandûma NA tê de bi ser ketî, bi tenê ev bû. Ji ber wê jî hilbijartinên heremî di dema xwe de ango 26´ê Adara 1989’an de pêk hatin û di hilbijartinan de SHP´ya Erdal Inonu bi rêjeya % 28,63 dengan bû partiya yekem. Bi vê hilbijartinê re SHP´ê hema bibêje li tevahiya bajarên mezin ên li Tirkiyeyê şaredarî bi dest xistin. 

Her du referandûmên dawî jî di serdema AKPê de pêk hatin.

Referandûma ji bo guhertina destûra bingehin pêk hat, 21 Çotmeha 2007'an çû dengdayînê.  Di guhertinan de xala ji bo serokomar ji aliyê gel ve bê hilbijartin, jî hebû. Dema hilbijartina parlamenteran ji 5 salan dadike 4´an.  Di vê referandûmê de erê bi % 68,95 dengan bi ser ket. Bi vê referandûmê re Serokwezirê wê demê Recep Tayîp Erdogan, pêşiya desthilattariya xwe ya îro vekir.

Referandûma 6. jî AKP ji bo desthillatariya xwe qehîm bike, di destûra Bingehîn a 1982’yan de guhertin pêk anîn û ew di 12ê îlona 2010'an de bir dengdayînê.  AKP bi vê referandûmê re dadgeriya Tirkiyeyê li gorî hewcedariyên xwe diyar kir. Guhertinên AKPê di referandûmê de bi % 57,88 dengan hatin qebûlkirin. 

Referandûma 16´ê Nîsanê pêk bê, wê di dîroka Tirkiyeyê de bibe referandûma 7’an. Erdogan vê carê jî, ji bo desthilatariya xwe bidomîne û pergala serokatiyê misoger bike, di destûra bingehîn de guhertin kirin, wan dibe referandûmê. Serokomarê Tirk Erdogan, bi referandûmê dixwaze hebûna xwe ya li ser desthillatariyê dewam bike. Ji bo vê yekê ji referandûmê wekî rêbazêke qehîmkirina desthilattariya xwe û domandin û ewlekariya wê bi kar tîne.

Balkêş e ku ev referandûm jî wekî yên beriya xwe di bin rewşa awerte de pêk tê. Referandûmên li Tirkiyeyê hema bibêje hemû di rewşa awarte, piştî darbeyên eskerî yan jî di rewşên awarte yîn bi navê OHALê de pêk hatine.

Ev jî nîşan dide ku referandûm li Tirkiyeyê, ne weke amûreke demokrasiya rastîn, lê belê ji bo dewamkirina desthilattariyê û avakirina dîktatoriyê tê bikaranîn.