Li Torontoyê komploya 15 Sibatê hate şermezarkirin. Yusuf Îba yê di greva birçîbûnê de jî tevlî çalakiyê bû û got, “Bi vê komployê wan got qey wê Tevgera Azadiye û gelê Kurd bêdeng bibin. Lê belê ev xeyala wan pûç bû.”
Yusuf Îba yê ku ev 38 roj in bi armanca protestokirina tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye jî tevlî çalakiyê bû.
Îba ku ji Navenda Gel a Kurdên Torontoyê meşa yek kesî dayî destpêkirin, bi girseya li qada Yonge & bloorê kom bûyî re heta City Hallê meşiya.
Girseyê posterên Ocalan û pankartên li dijî komployê hildan.
Îba di çalakiyê de axivî û got, “Hesabên hêzên komploger ew bû, wan digot, dema em birêz Ocalan bigirin, em ê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd bêdeng bikin. Lê belê ne Tevgera Azadiyê, ne jî gelê Kurd bêdeng man û îro li her çar aliyên cihanê li ser piyan in. Ev jî nîşan dide ku planên komplogeran neçûne serî.
Gelê Kurd bêyî ku komployê ji bîr bike, hêrsa li hemberî komployê veguherandiye çalakî û berxwedanê. Û îro li vê derê komployê şermezar dike. Yê ku dive xemgîn be ew in ku bi DAIŞ’ê re mil bi mil bûyî bela serê cihanê. Lewre îro, DAIŞ qediya û ew bi vê xemgîniyê bêhtir êrişkar dibin. Em ê têk neçin; em ê hesabên komplo û komplogeran pûç bikin.”
ANF / TORONTO