Li bajarê Kanadayê Torontoyê, jinan di çalakiya 8’ê Adarê de bal kişand ser referandûma erêkirina dîktatoriyê li Tirkiyeyê û got, ew ê ji dîktatoriyê re bibêjin NA.
Li Torontoyê, bi rasthatina 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, çalakiyek hat lidarxistin. Bi vê çalakiyê re di heman demê de kampanya ‘NA’yê jî dest pê kir.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hat gotin, “Bi xwedîderketina li Zîlanan, Bêrîtanan û Arînan, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê têkoşîna xwe xurt bikin.”
Hunermend Heyva, Cem, Viyan, Sene Dersîme, Ergîn Xelîkan derketin ser dikê û koma şanoyê hunerê xwe pêşkêş kir.
Di çalakiyê de her wiha li strana ‘NA-HAYIR’ a HDP’ê hat guhdarîkirin.
TORONTO