Li paytexta Lîbya Trablûsê li dijî rejîma ku Enqere piştgiriya wê dike xwepêşandanên şermezarkirinê dest pê kir. Li dijî çalakgeran bombeyên gazê hatin bikaranîn.
Êvara Pêncşemê li taxa Gûrgî li dijî rejîmê xwepêşandanek hate lidarxistin. Şêniyekî taxê ji AFP’ê re axivî û got, “Çalakî hene. Li dijî rejîmê dirûşm tên gotin û dengê çekan tê bihîstin. Gaza ku çavan dişewitîne ketiye nava malan.”
Şahidekî din jî ragihand ku li taxa Gûrgî ya li rojavayê Trablûsê ye, danê êvarê lastîk hatin şewitandin.
Di nava rojê de jî bi dehan parêzer li pêşiya dadgeheke li Trablûsê ji bo şermezarkirina zextan çalakiya rûniştinê kiribûn.
Lîbya, piştî ku rejîma Mûhammer Kaddafî bi destwerdana NATO’yê ji desthilatdariyê hate xistin, ji sala 2011’an ve di nava kaosê de ye. Li welêt ji sala 2015’an ve li rojhilat û rojava du rêveberî hene.
Xelîfe Hefter ku rojhilatê welêt kontrol dike, ji 4’ê Nîsana 2019’an ve hewl dide Trablûsê kontrol bike ku di destê Biratiya Misilman de ye.
NAVENDA NÛÇEYAN