Ne li gorî hemû texmînan tevlêbûna hilbijartinan gelekî zêde bû û giha ji sedî 90 ji hilbijêran dengê xwe bikar anî. Tê gotin ku partiya ‘Nehda’ ya islama nerm wekî ku nav lê dikin ji sedî 50 ji dengên hilbijêrên devreyî welat girtiye. Li gorî agahiyên sekreterê giştî yê lijneya serbixwe ya hilbijartinan da xuyakirin ku ji 4 milyon hilbijêrî ji sedî 90 hilbijêran dengê xwe bikar aniye. Zêdeyî 100 partî tevli pêşbirka van hilbijartinan bûne û ji ber wê yekê jî naskirina cihê hilbijêran jî gelekî zehmet bû û gelek hilbijêran cihê dengdana xwe nas nedikirin.
TUNUS