Li bajarê Urmiye yê ser bi Rojhilatê Kurdistanê, 4’emîn Festîvala Çand û Hunera Kurdî hate lidarxistin. Festîvalê 3 rojan dewam kir.

Rojhilatê Kurdistanê ku bi parastina çand û hunera Kurdî tê zanîn, têkoşîna xwe ya neteweyî bi rêya çalakiyên çandî û hunerî dike. Bi vê boneyê 4’emîn Festîval Çand û Hunera Kurdî li bajarê Urmiye hate lidarxistin.

Hunermend û welatiyên ji bajarên weke Urmiye, Mako, Seqiz, Xoyê û herêma Xoresanê, beşdarê festîvalê bûn.

Komîteya amadekar ev agahî dan me: “Di 4’emîn Festîvala Çand û Hunerê de berhem û kel û pelên çanda Kurdî hatin pêşandan. Yên beşdarê festîvalê bûn, bi cil û bergên Kurdî û resentiya civaka Kurd beşdar bûn. Her wiha di festîvalê de pêşangeha xwarin û berhemên malan yên Kurdî jî hat nîşandan. Hingiv, penîr, cûreyên nan û gelek xwarinên Kurdî hatin nîşandan.”

Gelek hunermend, komên muzîkê, komên govendê û dengbêj beşdarî festîvalê bûn û hunera xwe pêşkêşî xelkê kirin.

 

ROJNEWS / URMIYE