Îran li cîhanê wekî dewleteke îslamî tê naskirin, lê wextê ku mirov li polîtîkayên wê dinêre bi awayekî aşkera dibîne ku tu têkiliya wê bi îslamiyetê re tune ye. Îran li aliyekî bi îdiaya ku firotina tîryakê dikin û dikêşin gelek kesan îdam dikin, li aliyê din jî ew bi xwe vî karî dike. Bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê vê yekê dike. Rejîma Îranê wekî gelek herêman, li rojhilatê Kurdistanê jî di çarçoveya belavkirina tîryakê de polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Li gorî daneyên fermî yên polîsên Îranê, tenê li bajarê Sineyê ku wekî serbajarê rojhilatê Kurdistanê tê zanîn 21 hezar kes tîryakê bi kar tînin. Her wiha bi vê yekê re girêdayî, di warê xwekuştinê de li Îranê herêma Kurdistanê rekor şkandiye. Bi taybet Sine, Îlam, Kirmanşan û Hemedan di rêzên yekemîn de ne. Li gorî hin lêkolînan, rêjeya xwekuştina hefteyekê ya li Îranê 13 ye û ev rêje tenê li Îlamê 4 e.
Pasdar tîryakê difiroşin
Li gorî nûçeya ajansa KurdPa ku xwe dispêre hin kesên nexwestin navên wan werin aşkerakirin, li derdora Urmiyê û bi taybetî li gundên herêma Tirgeverê, hin kesên girêdayî pasdarên Îranê ne tîryakê didin ciwanan. Li gorî heman çavkaniyê, bi taybetî di du mehên dawî de, 20 kesên ku temenê wan di bin 20 salî re ne li gundên Tirgeverê Enbê, Mewana, Şêban, Tilû, Xwoşeko, Sûlkê, Tileke, Gocar, Derbend, Talun, Şêx Şemzîn, Hele Felle, Qesirk û Avdê tîryakê li ciwanan belav dikin û wiha hat gotin: "Niha gelek ciwan hînî tîryakê bûne û rayedarên rejîmê jî li hemberî vê rewşê bêdengî û bêhelwestiya xwe didomînin."
Divê malbat hişyar bin
Kurdistaniyan li hemberî vê helwesta rayedarên Îranê nerazîbûna xwe anîn ziman û bang rayedarên dewletê kirin ku dawî li vê pêkanîna dermirovahî bînin. Kurdistaniyan xewstin ku malbatên ciwanan li wan xwedî derkevin û wiha axivîn: "Bi taybetî malbatên ku li van gundên ku pasdar lê tiryakê difroşin hişyar bin. Bila xwedî li zarokên xwe derkevin û wan bi destê wan de bernedin. Piştî ku ciwanên hînî tîryakê dikin, dawiyê wan bi kar tînin. Ji ber vê yekê xwekuştinên li vê herêmê zêde bûne."
ANF/URMIYE