Li gundê Saralan ê ser bi Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna keresteyên şahiyê, hemwelatiyekê jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. Doh danê sibehê li gundê Saralan a navçeya Balanîşa Urmiyê teqînekê rûda û di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. Qurbaniyên vê bûyerê hemû endamê heman malbatê ne.
Derbarê mijarê de Qeymeqamê Urmiyê, Ebas Hesenxanî got, teqînê ji ber xemsariyê rûdaye.
Hesenxanî herwiha eşkere kir ku rewşa 2 birîndaran giran e û ji bo çareseriyê veguhestine nexweşxaneyê.
URMIYE