Li Wanê, Ovunç Pehlîvan ê bi navê Agaçkakan Atolyesî (Atolyeya Darkutokê) cihekî biçûk vekiriye, darên ji gelek deverên cîhanê anîne dineqişîne û wan vediguherîne berhemên hunerî. Li atolyeya ji her derê wê bêhna daran tê, Ovunç Pehlîvan ji daran pirtûkxane, tabûre, gerdanî, guhar, xişr û zînet, metereyên darînî, neynik, saet û hwd. çêdike, wan hem bi motîfên çanda herêmî hem jî bi yên cihê dixemilîne. 



Neqşên cuda cuda


Li welat yek ji wan hosteyên boyaxkirina daran û karkeriya daran Pehlîvan, anî ziman ku ji beran gelek jê sêwirînên wî bi xwe ne. Pehlîvan diyar kir ku, ew li ser dar 3 teknîkên cuda bi kar tîne û anî ziman ku, hedefa wî ew e ku, sêwirînin cuda berpêşî kesên tên atolyeyê bike. Pehlîvan anî ziman ku, ew pêşî eşyaya ku bê çêkirin xêzkirina wê çêdike û domand: “Ev ber hem sêwirînên min in, hem jî yên me li gor sîparêşên mirovan çêkirine. Mesela ez li ser berên ji dara merxê, motîfên xalîçeyên destan ên Wanê neqş dikim. Li ser hinan jî fîgurên ez ên Astekan, Mayayan û yên Afrîkaya Başûr bi kar tînim.” 


Bi darên Kosta Rîka


Pehlîvan parve kir ku, ew bêtir darên herêmê bi kar tîne û wiha axivî: “Carinan ez li ser şaxên wan darbehîvên hişk ên min ji Girava Axtamarayê behevkirin û carinan jî li ser dargûzên Şaxê motîfan çêdikim. Em hin darên taybet jî, ji Îspanya, Kosta Rîka, tûnûs, Hîndîstan û hwd. tînin. Lê buhayê wan beran ji yên din cudatir e.” 



Bazirganî estetîkê dikuje


Pehlîvan anî ziman ku, ew li cîhanê yek ji wan hosteyên ku kêm in bi xwe ye û dest nîşan kir ku, berên ji daran tên çêkirin xesarê nadin mirov û xwezayê û got: “Dema mirov ji bo çayvexwarinekê jî tên vir, aramiyek li wan peyda dibe. Çimkî li vir her tişt ji daran çêdibe.” Pehlîvan got, di pêşerojê de ew hewl dide qursekê bide û dixwaze ji bo vî karî hin kesan bigihîne û domand: “Ev ber bi awayekî hêsan li Tirkiyeyê nayên dîtin. Qesda min a ji mezinkirina karê min ew e ku, hunera xwe bêtir bi pêş bixim. Tu derdekî min ê bibim sermayedarekî mezin tune ye. Çimkî dizanim, karekî çiqas ber bi bazirganiyê ve biçe, ew qas jî ji estetîkê dûr dikeve.”  


 WAN