Li bajarê Wanê waliyê dagirker bi bahaneya “qedexekirina çalakî û şahiyên li bajêr” konserên şaredariyên Qelqelî û Serayê qedexe kir.

Şaredariyên navçeyên Qelqelî û Serayê yên Wanê xwestin konseran li dar bixin. Lê Walîtiya Wanê ya dewleta Tirk a dagirker ji bo 15 rojan ragihandibû konserên şaredariyên Qelqelî û Serayê qedexe kir.

Hunermend Serhat Karakaş û Zozan Ozbey wê beşdarî konsera li Qelqeliyê bibûna. Qeymeqêm duh bi hênceta “ewlehiyê” biryar derxist ku konser hatiye qedexekirin. Hunermend û welatî êvarê çûn qada konserê lê destûr nehat dayîn konser bê lidarxistin. Konsera hunermend Kadîr Çat jî dê doh ji aliyê Şaredariya Serayê ve bihata lidarxistin. Konsera Kadîr Çat jî bi heman hêncetê hat qedexekirin.

Beriya niha jî konser li Qelqeliyê û li Wanê jî konsera Mem Ararat ji aliyê Walîtiya Wanê ve bi heman bahaneyan hatibû qedexekirin.

 

MA/WAN