Rêveberê HDP’ê yê Wanê Azîm Yacan got ji ber tu bendewariyên gelê Wanê ji partiyên din nemane, ew ê li bajêr 8 wekîlan derêxin û partiyên din ji Wanê destvala bişînin. Yek ji bajarên ku HDP dixwaze hemû wekîlan bi dest bixe Wan e. HDP di hilbijartina 7’ê Hezîranê de bi rêjeya 74.82 deng ji Wanê bi dest xistibû û AKP’ê jî bi rêjeya 19.38 deng sitendibû. Di hilbijartina pêşwext a 1’ê mijdara 2015’an de jî HDP’ê ji sedî 65.5 deng girtibû û AKP’ê jî ji sedî 30.0 deng hildabû. 25 buroyên hilbijartinê vekirine Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Rêxistina HDP’a Wanê jî lez da xebatên xwe. Heta niha li tevahiya Wanê 25 buroyên hilbijartinê vekirine. Heta du rojan dê 10 buroyên din jî bên vekirin. Bi şev û roj xebatên xwe dimeşînin Rêveberê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar ê HDP’a Wanê Azîm Yacan derbarê xebatên hilbijartinê de agahî da û got bi ragihandina hilbijartinê wan jî ji bo xebatan zend û bendên xwe vedane û wiha peyivî: “Me li tevahiya bajêr û navçeyan dest bi xebatan kir. Heta niha me 10 komîsyonên hilbijartinê li navçeyên derve û 3 komîsyon jî li navçeyên navendî ava kirin. Em bi şev û roj xebatên xwe dimeşînin.” Gel berê xwe dide HDP’ê Yacan bi bîr xist ku wan di hilbijartina 7’ê Hezîranê li Wanê 7 wekîl bi dest xistin e û got: “Bawerî û bendewariya gelê me ku di 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de deng dan AKP’ê û partiyên din ji wan nemaye û gel berê xwe dide HDP’ê. Qeyûm, walî û qeymeqamên li Wanê mîna serok û rêveberê AKP’a Wanê dixebitin. Her çiqas sifreyên fitarê datînin jî lê gel kes naçe. Her ku diçe gel ji partiyên pergalê sar dibe. Em di encama xebatên ku birêve dibin de 8 wekîlan ji Wanê bişînin Meclîsê.” n WAN

Li Ewrûpayê maratona mitîngan

Mîtînga destpêkê ya HDP'ê ya li Ewrûpayê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê 26'ê Gulanê roja Şemiyê wê çêbe. Mîtîng wê bi şiyara "Dengê me ji bo HDP'ê, em ê bi hev re bi ser bikevin" pêk were. Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê li Ewrûpayê ragihand ku beriya dengdana 7-19'ê Hezîranê ya li Ewrûpayê, di serî de Elmanya wê li gelek cihan mîtîngan li dar bixe. Mîtînga destpêkê jî wê 26'ê Gulanê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê kirin. Mîtîng wê bi dirûşma "Dengê me ji bo HDP'ê, em ê bi hev re bi ser bikevin" saet 13:00 li meydana Neumarkt a Kolnê pêk were. Parlamenterên HDP'yî Ahmet Yildirim, Tûgba Hezer û namzetê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker, siyasetmedarê Çerkez Arîf Unal, Nûnerê Yekîtiya Suryaniyên li Ewrûpayê Yakûp Nûhomo, Nûnerê KKP Serhat Çetînkaya, Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind, bi navê Însiyatîfa Derya Reş a li Elmanyayê Mahîr Ofcan, Hayko Bagdat, Hevberdevka Ewropayê ya SYKP Dûygû Yildiz, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û gelek siyasetmedar û nûnerên din ên saziyan wê tevlî mîtîngê bibin. n KOLN