Li navçeya Wan Artemêtanê, polîsên tîmên taybet doh danê sibehê avêtin ser malekê. 12 ciwanên 18-25 salî yên li vê malê de bûn, hatin înfazkirin. Hat ragihandin, ku piraniya ciwanên hatine înfazkirin, bi guleya li serê wan ketî jiyana xwel ji dest dane.
Li gorî şahidên bûyerê, kincên sivîl li ciwanên li malekê de bûn û piştî bûyerê bi tenê çekek kalaşnîkovê li ser cenazeyan hat dîtin. Guman hene ku polîsan ev çek danîne ser cenazeyan. Li gorî agahiyên ji şêniyên taxê hatin wergirtin, serdegirtin danê sibehê saet di 05:00 de pêk hat. Hat ragihandin ku ji maşîna zirxî ya bi tîma Kobra gule li malê hatiye reşandin. Di dema serdegirtinê de ketin û derketina taxê ji aliyê polîsan ve hat girtin. Piştî serdegirtina ku 2 saetan dewam kir, gelek ambûlans çûn cihê bûyerê.
Ji 12 ciwanên hatin qetilkirin nasmeya 9'an diyar bû. Hat ragihandin ku 9 ciwanên nasnameya wan diyar bûye ev in: Fuat Akdemir, Ekrem Mete, Fazil Kuş, M. Sidik Orhan, Naîm Tekîn, Umît Urgen, Denîz Aşkan, Ahmet Ozer, Şaban Gunay.
Cenazeyên 12 kesên di serdegirtinê de jiyana xwe ji dest dan rakirin Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzucu Yil a Wanê. Hat ragihandin ku cenazeyên li morga nexweşxaneyê ne, yên ciwanên 18-25 salî ne. Li gorî agahiyan, piraniya 12 ciwanên hatin înfazkirin, bi guleyên li serê wan ketî jiyana xwe ji dest da, ciwanek jî bi guleya li zikê wî ketî jiyana xwe ji dest da.Şahidên bûyerê diyar kirin, ku li ser ciwanên li malê kincên sivîl hebûn û piştî serdegirtinê bi tenê çekek kalaşnîkovê li ser cenazeyan hat dîtin. Guman hene ku polîsan ev çek danîne ser cenazeyan. Halbûkî Walîtiya Tirk gotibû ‘12 endamên rêxistinê hatine kuştin’.Polîsên Tirk her wiha hemû wesayîtên ji Artemêtanê tên Wanê asteng dikin. Li kolanên ehrî qelebalix ên bajêr Cûmhûriyet û Maraşê, gelek polîs bi cih bûne.Di vê navberê de li gorî daxuyaniya Walîtiyê, polîsekî Tirk miriye, 2 polîs jî birîndar bûne.
Li Cizîrê 2 kes qetilkirin
Li navçeya Cizîra Şirnexê li dijî êrîşên dewletê berxwedana gel di roja 28’emîn de ye. Li navçeyê doh bi şev jî li navçeyê pevçûn qewimî. Ji girê Cahferî Sadik, ji girê Dibistana Seretayî ya Saît Atak û herêma Çarkendalê leşker û polîsan xwesti ji sê aliyan bikevin taxan û bênavber tax topebaran kirin, bi çekên giran jî tax hatin gulebarankirin. Di êrîşên pêr de 2 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Hejamara welatiyên ku li Cizîrê hatine qetilkirin bû 41 kes.
WAN/ŞIRNEX