Piştî ku AKP 2002’an hate ser kar di serî de li Wan, Agirî û Belîsê li gelek bajarên Kurdistanê xebatên cemeatan zêde bûn. Heta salên 90’î bi Hîzbûllahê û heta 2016’an bi cemeata Gulen baweriya dînî ya mirovan hate bikaranîn. Niha jî AKP qad ji Menzîlî, Silêmanî, ÎHH, ÎHYA-DER, Başak-Der, Nakşibendiyan re vekiriye. Ev rêxistin û cemeat hem li dibistanan û hem jî li mizgeftan xebatan dikin. Ev kom li dibistanan baweriya zarokan bi kar tînin.
Piştî ku AKP dest danî ser şaredariyên HDP’ê li Wan û Colemêrgê bi desteka dewletê xebatên cemat û Diyanetê zêdetir bûn, rayedarên bi ser Diyanetê ve li Wanê bi navê ‘’Perwerdehiya Qursa Quranê’ civîn û xebatên siyasî dikin.
Piştî civîna li Wanê heman heyeta diyanetê û komikên din çûne Colemêrgê. Piştî civînan hate gotin Seroktiya Karê Diyanetê wê xebatên bi vî rengî bidomînin û biryar standine ku qadê ji kesî re nehêlin.
Ev komeleyên li Wanê xebatan dikin, 2014’an dema ku DAÎŞ’ê êriş bir ser Kobanê her cure destek dabûn DAÎŞ‘ê, zarok û ciwanên ku li van kursan perwerde kirin şandin nava DAÎŞ’ê. Berpirsê DAÎŞ‘ê yê Wanê Fatî Barût û 17 DAÎŞ‘î li dadgehê hatin berdan, biraye wî Ahmet Barut jî li girtîgehê qardiyanî dikir.
ANF/WAN