Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Wanê Cejna Zimanê Kurdî ya ku ji ber cenazeyê HPG'iyan taloqkir li Parqa Feqiyê Teyran bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de pankartên "Bila zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî" û "15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be" hatin daliqandin. Di şahiyê de Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê Levent Urun, mamoste, endam, hemû xwendarê KURDÎ-DER’ê, rêveber û endamê KESK’ê û bi sedan welatî başdar bûn. Li ser navê KURDÎ-DER’ê Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê Levent Urun axaftinek kurt kir. Urun, diyar kir ku wan ev şahî di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de li dar xist û wiha got: "Zimanê kurdî ji ber ku wek şîrê dayikê zelale em cejna zimanê kurdî pîroz dikin. Armanca şahiya me nasîna ziman e. Ji ber ku Feqiyê Teyran pêşengiya zimanê kurdî helbesta bû. Em îro hemû zimanzan û pêşengên zimanê kurdî bi bîr tînin. Em li Parqa Feqiyê Teyran şahiya xwe li dar dixin."
Piştî axaftina Urun, koma erbanê ya ku 15 kesan pêk di hat derket ser dikê bi lêdana erbanê û mûzîkên zaravayên kurmancî stranên xwe anîn ziman. Şahî dib "Zimanê kurdî" û xwendina helbestan bi dawî bû.
WAN