Lîstika şano ya bi navê “Bîr Îshak’in bîr Cemîl” a li Wanê ji aliyê koma şano ya amator ve hate pêşkêşkirin, gelekî bal kişand.

Koma şano ya amator a ser bi Civata Hunerê ya Lîberta ya Wanê, bi lîstikên xwe gelekî bala hunerhezan kişand. Ev şanogerên ku gelek caran cih nabînin ji bo xwe lê amade bikin, di nava 8 salan de gelek senaryo kirin lîstik û lîstin. Yek ji van lîstikên şano jî bi navê “Bîr Îshak’in bîr Cemîl’ bû, ku di 28-29’ê Mijdarê de bi du seansan li Salona Şano ya Dewletê ya Wanê hate lîstin. Şanohezan li Wanê bi baldarî li lîstkê temaşe kirin.

Mijar darbeya 80’yî ye

Ji ber daxwaza zêde, lîstik di 26’ê Kanûnê de careke din hate lîstin. Di vê lîstikê de qala du girtiyên siyasî û edlî tê kirin, ku di dema darbeya leşkerî ya 1982’an de cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Di lîstikê de Harûllah Elmas bi rola sereke radibe û Aytaç Selçûk û Abdullah Adali jî di nava lîstikvanan de cih digirin. Lîstikvan di gelek beşên senaryoyê de ji ber xwe ve bi Kurdî û Tirkî gotinan û stranan tevlî lîstikê dikin û temaşekaran hem dikenînin hem jî didin girî.

Ne durî bûyerên îro ye

Rêveberê Civata Hunerê ya Lîberta şanoger Yaşar Yayan li ser xebatên xwe yên hunerî agahî da û anî ziman, wan ev civata hunerê ya 8 salan, di nava şert û mercên gelekî zehmet de gihandine asta heyî. Yayan diyar kir, wan hemû organîzasyonên şanoyê bi derfetên xwe pêk anîne û ragihand, sedema bala ji bo lîstika ‘Bîr Îshak’in bîr Cemîl’ tê nîşandan ew e, ku gelekî dişibe serdema niha. Yayan wiha dewam dike: “Aliyekî hevpar di her pêvajoya darbeyê de heye. Ew jî, êşên hevpar in. Me bi vî karê xwe yê hunerî re xwest nîşan bidin ku êşên me yek in.”

Yayan da xuyakirin, ku di lîstika wan de ji ber ku qala mehkûmekî siyasî jî tê kirin, hin temaşeker dikevin nava fikara ‘Gelo ez lê temaşe bikim, ez ê bêm girtin’. 

Lîstikek nû tê

Yayan bal kişand ser astengiyên ji ber Rewşa Awarte derdikevin pêşiya wan û gelek caran emniyetê ji bo lîstikên şano destûr nedaye wan. Yayan da zanîn, ew ê xebatên xwe yên hunerî bidomînin û di 15-17’ê Çileyê de lîstika şano ya bi navê ‘Kanli Nîgar’ pêşkêş bikin û li benda hemû şanohezan e.


WAN