Sira sibê li bab û dara hewrê /Veciniqî û hişyar bû…

Ev peyvên Rojen Barnas ku di helbesta xwe ya bi navê ‘Sira Sibê’ de li hev anîne mîna ku ji bo sermaya van rojan a li Wanê hatibin nivîsandin.

Sira ku têsîra xwe bi barîna berfê re li Wanê dijwar dike jiyan tevizand. Pêr di derengê şevê de piştî ku pilaya hewayê daket heta di bin sifire de 20 pileyî, berf, serma û seqemê herêm spî xemiland û wêneyekî mîna serdema cemedê derxist holê.  Tevî sermaya dijwar û bêderfetiyên ji ber berfê jî, mirovên herêmê kar û barê xwe yê rojanê dikin dimeşînin. Lê belê mîna her salê di zanin ku piştî zivistana herî sar bihar a geş tê… 


WAN