Li sûkê ji dikana zucaciyeyê hate ocaxa çayê her kar ji aliyê jinan ve tê kirin. Jina bi navê Zeynep Denîz (38) a ku 5 salin li sûkê dixebete diyar kir ku ji ber hevserê wê nexweşe dest bi xebatê kir û wiha got: "Ji ber hevserê min nexweş e min dest bi kar kir. Ji ber ku hevserê min naxebite bi hemû karên malê re ez eleqedar dibim. Piştî hewcehiyên malê û kiraya malê min dest bi lêgerîna kar kir. Li ser pêşniyariya hevalekî min li sûka jinan dest bi kar kir." Denîz, anî ziman ku bi amûrên kîlerê li dikanê xwarinên malê çêkirin û li Xwaringeha Xwarinên Malê yên Oz Hanimaxayê rojê 4 cureyên xwarinê çêdike.
Denîz, destnîşan kir ku bi amûrên kîlera xwe xwarinê çê dike û wiha got: "Ez ji esnafên li vir dixebitin û kargehan re xwarinê didim. Ez weke jineke bi xwe re serbilind im. Baweriya min gelek mezin e ku jin bi keda xwe bêyî dest ji kesan re vekin dê bigihijin gelek cihên baş. Nîşaneya vê yekê esnafên jin ên li vir dibitin in. Ez bang li hemû jinan dikim; Tu cara li malê rûnenên û nefikirin. Çi ji destê we bê bikin û hilberînê bikin û tevkariyê em bidin hev."
Jina bi navê Nahîde Karakoyun (38) a dayîka 2 zarokan û li taxa Karşiyakayê rûdine jî diyar kir ku li sûka jinan saleke cilên herêmî didûrî. Karakoyun, anî ziman ku piştî hevserê wê nexweş ket dest bi xebatê kir û wiha got: "Hevserê min nexweşe û li malê rûdinê. Ez jî dixebitim. Piştî erdhejê karê me nebaş bû û me gelek zehmetî kêşand. Ez bi zorê lêçûnên malê pêk tînim. Ligel hemû zor û zehmetiyan xebatkirin xweş e."
DÎHA/WAN