Navendên mezin xeterin
Vesîle Erîk a li vê sûkê 4 sal in bi karê destan û karê dirûnê re mijûl dibe, bal kişand ser yekîtiya jinan û pirsgirêkên ku bi wan re rûbirû dimînin. Erîk da xuyakirin ku derfetên Çarşiya Keda Destan a Xaniman bi şaredariya BDP'ê re pêş ket û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em jinên li vê sûkê bûn wek malbatakê. Em dixwazin cihên me bibin devereke ku hîn zêdetir bixebite û fireh. Ji ber em bi keda xwe kar dikin em kêfxweş in. Qezenca me kêm be jî em bi hizûr in."
Cihek baştir divê
Sîme Ekîncî ya 5 sal in li çarşiyê xwaringeha wê heye diyar kir ku nêrîna civakê ya li hember jinê hat guhertin û divê di her karî de jin hebe. Ekîncî anî ziman ku li çarşiyê nêzî 30 jinan bi keda dest dixebitin û axaftina xwe wiha domand, "Pergala ku ji bo her cihî bibe mînak ji aliyê jinan ve tê rêvebirin. Lê ne di asta ku tê xwestin de ye. Divê hîn zêdetir bê pêşxistin." Ekîncî xwest navê çarşiyê bê guhertin û bibe "Çarşiya Keda Destan a Jinan" û wiha domand, "Em dixwazin navê wê yê di dema Şaredariya AKP'ê de bê guhertin. Em li vê çarşiya ku jin ked û rengê xwe dide, gotina xaniman rast nabînin." Ekîncî got çarşiya wan zêde ji aliyê gelê Wanê ve nayê naskirin û di vê derbarê de bila şaredarî piştevaniyê bide wan.
Gotin nikarî, min kir
Welatiya bi navê Elîf Bulava ya li çarşiyê nêzî salekê ye qehwexaneyê dixebitîne got ku zilaman jêre gotiye, "Tu nikarî bikî" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji min re gotin, 'Xebitandina qehwexaneyê ne li gor te ye' û xwestin ez dest ji kar berdim. Lê, ev saleke ku ez qehwexaneyê dixebitînim min nîşanî wan da".
DÎHA/WAN