Emê niha dev ji dîroka Persiyan berdin, lê bi sedema ku vêca em li Êranê ne û li ser axeke qedîm û di şaristaniyeke xurt de digerin û di heman demê de tekiliyên beşerî pêk tînin, bi kurtasî be jî divê em pîçek behsa nirxên vê axê bikin.

Wek di mitolocîya Êranê de tê gotin, çawa ku dagirkerên Awropa bi kêştiyên Qolomboyê ve çûn heta Emrîkayê û şaristaniya Aztekiyan û Înkayiyan hilweşandin, ji wê berê jî li Awropa komeke dagirkeriyê hatibûn li ser axa Mezopotmiya yê. Li gor vê mîtê, ew komê dagirkeriyan, li ser behra Xezarê rêyek şopandî bûn û li kêleka Xezarê bi neçarî ji hev veqetiya bûn. Bûbûn sê kom.Ji wan yek ji milê Hindîstanê ve birê ketîbûn, yek kom li hêla Anatoliyê ve meşiyabûn, koma sêyemîn jî bi awayekî belavbûyî li ser Hêkmetane, Azerbaycan, Loristan û Kurdistan bicîh bûbûn. Ew dem dema 'Mad' e, ango yekitiya temam Persîyan, Farisiyan, Kurdistaniyan, Azeriyan, Loristaniyan e, ew yekitî jî di dîroka Rojhilatê de yekemîn yekitî ya pirgel, pirziman, pirçand bixwe ye. Û ew marîfete ku yekitiyeke gelek mezin şêwirand, ango rêveberiyeke demokratîk, 'Hikumata Hexamenîşiyan' damezirandin. Pêy re Şahînşah a vê komarê jî, ango împaratora vê hikumatê jî, ew împaratorê biêhtişam, Kuroş (Cyrush-Kirus) bû. (Ew Kuroş ku navê wî li Qur'ana piroz de jî wek Zulqernêyn dihat îrozkirin)
Li gor dîroknivîsên Êraniyan, ew danezanî ya ku bi fermana Kuroş ve hatibû weşandinê, yekemîn fermana azadiyê ya ji bo hemû gel û civakên dinyayê bû. Jİ ber ku Ew Kuroş ku li Keldêi li Babelê, bi împaratorê ku heta wê demê li dinyayê yekemîn împarator bû, bi wî şer kirîbû û piştî vê şerê dijwar hemû girtîgehên Babelê vekirîbû, hemû xulamên ku li ber destê serdestên wê demê bûn azad kirîbû, taybet jî yahudiyan azad kirî bû û hemû Yahudiyên xulam hetanî Misrê, ango hetanî Menfîsê meşiyabûn û heta dema Firawûn Ramsesê, Misr ji xwe re kirîbûn welat... Kurt û Kurmancî, ew desthilatdar Kuroş, fermaneke wisa weşabdîbû ku, digot: "Hemû ol, hemû ol, hemû ziman, hemû reng, hemû çand, hemû cins û hwd, bi hebûna xwe azad in. Mafa tu kesekî nîn e ku ji pişta yekê din re barek bar bike û xêynî xudana eyniyê ji xwe re serwet û xulam bigire." Bi kuroş dêriyê hemû mabedan hate vekirin, ji hemû baweriyan re azadiyeke wisa ku heta wê ojê tu civakek nedîtibû hate jiyandinê, bi xatirê ve yekê jî nava "Zulqarnêyn" hate nivîsîn...
Ya ku tê gotin Êra li ser axeke şaristaniyê runiştiyê, sedema xwe ya dstpêk ev avabûn e.
Ew şaristaniye ku, wêjeyên mezin, helbestên mezin, hunerên mezin û afirandî, deng û rengên biriqî ve hatiye xemilandin, ew şaristanî bikeve ber destên "mola"yan, bikeve ber destên kî berjewendkêr û çi însanên bêhnteng û çi komên kêmhişmend jî, wek zêrek tu carî ji qîmeta xwe, ji girîngiya xwe tiştek wenda nake.
Ew dîrok û ew şaristanî ye ku, bi wêjegir, helbestwan û bi hunermendên mezin ve di rê ya xwe ya şaristaniyê ve meşiya ye, û ji nav gelek însanên binirx û biqedr, Hekim Ebûl Qasim Fîrdewsî jî li vê axê wek gulek şîn bûye, û di qada wêjeyê de, hemû helbestvan û wejegirên dinyayê li ber helbestên wî hê jî matmayî ne.
Di "Şahname"yê xwe de wiha goîbû Fîrdewsî:
"Besî reng bordem, derîn sal-î sîh Ecem zindî kerdem bêdîn Farisî"
"Sîh sal zext dîtime, xebitîme Ku ji zimanê Farisî re bêhn dame û ew jîyaye"
Ew hunermend, ew nivîskar û ew şaîr û ramanger ku di dema xwe de jî, ji hêla "wek hunermend"ên beredaî ya Êraniyan ve wek "heramî" didan naskirin.
Li Êranê, li kolan û kûçeyên va axa qedîm ku digerim, difikirim, ne tenê Êran, li her derê dinyayê, rewş hê ew rewş e.