Wargeha Mexmûrê ku zêdetirî 8 meh in di bin ambargoyê de ye, niha bi vîrusa coronayê re rû bi rû maye.
Hevserokê Şaredariya Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî, diyar kir ku Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê ambargo daniye ser wargehê û got: “Li nexweşxaneya me derman nemane û nahêlin tenduristkarên me ji bo dermanan derkevin dervayî wargehê. Her diçe ambargoyê dijwartir dikin.”
Pîranî, anî ziman ku her diçe vîrus belav dibe û got: “Di 15 rojên dawî de Herêma Kurdistana Federe li ser hevdu biryaran digire. Lê belê ji bo kampa me tu gav nayên avêtin. Me naxin şûna mirovan. 9 meh in ambargo li ser me ye, lê heya niha alîkariyeke insanî jî nehatiye kirin. 3 roj in Herêma Federe qedexeya derketina derve îlan kiriye. Pêdiviya me bi xurekên xwarin, vexwarin û dermanan heye.”
Pîranî, bang li Neteweyên Yekbûyî, Iraq û Herêma Kurdistana Federe kir û got: “Divê ambargo bi dawî bibe. Ji bo xwarin, vexwarin û dermanan em li benda alîkariyê ne.
MEXMÛR