Vekirina merasîma dewreya perwerdeyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hate destpêkirin. Axaftina vekirinê ya dewreyê ji aliyê Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk Cîhan Munzur ve hat kirin. Munzur, destnîşan kir ku bi taybet di wargehê de wê pêngaveke perwerdeyê were avêtin û got “Ji bo vê dewreyê wê belgename bên dayîn û perspektîfên giştî wê ji bo vê dewreyê bên derxistin. Ji bo perwerde baş bimeşe û bibe mînak, divê her kes fedakariya jê tê bike. Di encama vê dewreyê de, her kesa û her kesê mezûn bû divê zanebûna xwe bigihîne her cihê diçiyê. Divê her kesa/ê ji bo afirandina civakeke li ser paradîgmaya Rêber Apo bi hêza ku ji van perwerdeyan digire bibe avaker.”
Cîhan Munzur, da zanîn ku divê kesên beşdarî perwerdeyê bûne bi hêz, coş û ruhê ciwanan xwe tevlî vê perwerdeyê bikin. Piştre ji bo rêvebirina dewreyê 3 kes hatin hilbijartin. Di dewreya perwerdeyê de wê mijarên weke; “Rejîma Heqîqetê”, ji parêznameya dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşa “çand, aborî, exlaq, dewlet û civak” , “Dîroka Kurdistanê”, “Dîroka Partiyê”, Pergala KCK’ê, “Neteweya Demokratîk, Xweserîya Demokratîk, Civaka bi Exlaq û Çanda Komunal”, “Azadiya Jin”, “Malbata Demokratîk”, “Pirsgirêka Rojhilata Navîn û Çareseriya Modernîteya Demokratîk” werin dayîn.
DÎHA/MEXMÛR