Ji Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di halê hazir de 200 endaman dane xuyakirin ku ewê li dijî destwerdana leşkerî dengê xwe bikar bînin. Analîzkarên siyasî dibêjin, zehmet e Kongre erka destwerdanê bide Obama, lê belê eger yên bêbiryar piştgiriyê bidin pêşnûmeyê dê rewşeke 50-50 derkeve holê.
Li Washingtonê, lobiya Cihû ji bo bandorê li endamên Kongreyê bikin ket nava tevgerê. Tê gotin nûnerên welatên Kendavê û Tirkiye jî der barê endamên Kongreyê de xebatên lobî dimeşînin.
Ajansa nûçeyan a Îsraîlê Ynet ragihand ku Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netenyahû bi rêya telefonê bi xwe bi hin endamên Kongreyê re axiviye. Her weha tê gotin Wezîra berê ya Karên Derve Hillary Clinton, dîrektorê berê yê CIA David Patreus û Wezîrê berê yê Parastinê Robert Gates jî di nava lobîvanan de cih digirin.
Li Washingtonê, Kongre dê ji îro û pê ve dest bi nirxandina pêşnûmeyê bike. Tê payîn ku dengdana li ser pêşnûmeyê jî roja Sêşem an Çarşemê pêk were.
Ji aliyê din ve Wezîrê Karên Derve John Kerry jî ji bo piştgiriya welatên Ewropayê bigire, dest bi gereke paytextên cuda yên Ewropayê kir. Tê gotin, Kerry yê çû serdana Parîs û Londonê, ji bo alîkariya Elmanyayê jî bistîne bi awayekî aktîf dixebite.
Lê belê pisporên siyasî radigihînin ku Elmanyaya li ber hilbijartinan e, di mijara destwerdana leşkerî ya li Sûriyê de nikare helwesteke zelal nîşan bide.
Ji aliyê din ve nûçegîhanê Rojhilata Navîn ê rojnameya The Guardian Martin Chulov, di şîrove-nûçeya xwe ya li ser çavdêriyên xwe yên li Helebê de got, "Gefa destwerdanê ya DYA li Sûriyê, komên Îslamî yên mûxalîf hîn bêtir ji hev diqelişîne." Chulov diyar kir ku gefa destwerdanê ya DYA di nava mûxalefetê de rê li ber lihevnekirinê vekiriye û anî ziman ku komên cîhadî DYA weke dijmin dibînin. Di nûçeyê de tê ragihandin ku hin komên li nava Artêşa Sûriyeyê ya Azad hêvî dikin ku li hemberî cîhadperestan êrîşa DYA bê kirin û tê destnîşankirin ku di her şert û mercî de destwerdan dê rêveçûna şer û rewşa mûxalefetê biguherîne.
WASHINGTON