Li Welatê Galiyan ji bo di sala 2020´an de di bernemeya perwerdeyê ya dibistanên seretayî de dersa mafê zarokan hebe dibistanek hewl dide. Li Dibistana Seretayî ya Hafodê ev ders tê dayîn û encamên wê jî nîşan didin ka ev ders çiqasî muhim e.

Endama Komîsyona Zarokan li Welatê Galiyan, Prof. Dr. Sally Holland bang kir ku dersa mafê zarokan li welêt mecbûrî be. Hikûmeta Welatê Galiyan jî da zanîn ku di mufretada nû ya ji bo sala 2020´an de mafê zarokan bi awayê ku zarok jê fêm bikin hatiye bicihkirin.

Di Peymana li ser Mafê Zarokan a Neteweyîn Yekbûyî de tê gtin, zarok di vê di pêvajoyên biryardayînê de xwediyê gotina xwe bin, nabe ku zarok bibin mexdûrê îstîsmar û xemsariyê, û divê mafê wan ê perwerdeyî misoger be.

Rêvebera Disbitana Seretayê Hafodê, Rachael Webb fêrkirina mafê zarokan beriya bi 12 salan daye destpêkirin. Wê ji BBC´yê re got, dema ku zarok bi mafê xwe hisiyan, „êdî karîbûn bên û ji me re bêjin, li malê yan jî di nava civaka xwe de em ne ewle hîs dikin. Ev rewş nîşan dide, gava zarokan zanibin hinek guh didin wan û wê tiştekî bikin, gelek tiştan bi dest tîne.”

Qutiyên ji bo tirs û fikaran

Li dibistanê li geek deveran qutî hene ku zaroka dikarin endîşe, tirs û fikarên xwe binivîsin û biavêjin nava wan.

Li gorî rêvebera disbitanê Webb “Divê mirov fêmkirina zarokan hêsan bike. Mesela, mafê perwerdeyê yê zarokan di heman demê de xwediyê wê maneyê ye ku divê zarok hemû li nava sinif bi awayekî guncaw rabin û rûnin. Lewma heger ew zarokên din aciz bikin, hingê ew mafê wan ji dest wan digirin.”

 

CARDİFF