Li qada Zînî Wertê rewşa tengezar didome û tirs heye rageşî veguhere şerekî mezin. PDK tevî dewleta Tirk hêzê li herêma Wertê û Soran zêde dike. Tevî cebilxaneyê sîlehên giran jî dişîne. Rojnamevan Rêbaz Hesen îro ji herêmê ragihand û da zanîn ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê difirin.
Rayedarên KCKê doh bi daxuyaniyekê îşaret bi daxwaza PDKê û dewleta Tirk a êrişek li ser Qendîlê kiribûn û gotibûn, wê vê qebûl nekin. Divê PDK hêzên xwe vekişîne.
Di êrişa balafirên Artêşa Tirk a li ser Zînê Wertê de 3 gerîlayên HPGê şehîd bibûn. Rayedarên KCKê dabûn zanîn ku pêşmergeyên li herêmê koordînat dane eskerên Tirk û 3 gerîlayên wan ên yek ji Rojhilat, yek ji Rojava û yek jî ji Bakur şehîd bûne.
Xelkê herêmê nerazî ye
PDK û dewleta Tirk hêz li Wertê û Soran bi cih dikin. Lê belê xelkê herêmê û piraniya welatiyên Başûrê Kurdistanê nerazî ne. Xelkê herêmê dibêje, li vir kesên bi Tirkî dipeyivin hene, cîhazên sîxuriyê li ser wan hene û li herêmê bi pêşmergeyan re digerin.
Pêşmergeyên Dêrîn
Nerazîbûna herî girîng a li dijî dagirkeriyê ji alî pêşmergeyên dêrîn ve bû. Pêşmergeyên dêrîn jî daxuyaniyek dan xwestin hêzên ketine Wertê vekişin û gotin, ew jî bi fikra xelkê Wertê û Dola Şewrêdeyê re ne.