Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker di nava çalakiyan de ne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk û êrişên hewayî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand. Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye; “Hêzên me li dijî tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk ku li dijî herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, roja 11’ê Tîrmehê saet li 09:10’an di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa Tirk ku li Girê Şehîd Sarya û derdora wê bicih bûbûn, çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de ji sê baskan ve li çeper û baregehên dijmin ên li gir hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bê serûber bi çekên giran herêm gulebaran kir û saet 14:00’an bi desteka balafirên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişt baregeha xwe.

Li wanê 2 gerîla şehîd bûn

Roja 26’ê Hezîranê leşkerê artêşa Tirk li herêma gundê Arkenîs yê navçeya Şax a Wanê operasyon dabû destpêkirin. Di Operasyonê de ku bi desteka wesayîtên zirxî û balafirên keşfê didome, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar diqewime. 2 hevreyên me ku bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameya hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.

Tevgera dagirkeriyê bê encam ma

Roja 4’ê Tîrmehê artêşa dagirker li gundên Kanîsor, Xazir, Axçur, Silila û Aşkan ên navçeya Payizava ya Wanê operasyon da destpêkirin. Artêşa Tirk ku li gund û derdora wê karê lêgerînan dikin heqaret li gelê xwecihî dike û zextan li wan dike. Ev operasyon heman rojê bêyî ku encamek bigre paşve vekişiya.

Êrişên hewayî

Roja 11’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker saet 05:00’an bombe li herêma Adilbeg a herêma Avaşîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û saet 17:00’an li herêma Kesta ya herêma Metînayê barandin. Di van bomberbaranêan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

 

ANF/BEHDÎNAN