Gerîlayên HPG/YJA Starê li Xakurkê û Ebexê rêze çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 13 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniyê:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên gerîla 19’ê Cotmehê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn. Di çalakiya li dijî dagirkerên li serê Girê Şehîd Axîn de çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin. Piştî vê çalakiyê, gerîlayan li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî 6 leşker hatin kuştin.
Gerîlayan li qada Ermûşê jî li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de hejmareke zêde leşker hatin kuştin, lê hejmar nehate tespîtkirin. Di van çalakiyan de zirar negihişt hêzên gerîla.
Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome di 19’ê Cotmehê de li dijî wesayiteke tîpa transît a diçû Qereqola Kevirê Şamiya ya li navçeya Ebex a Wanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de wesayit hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Di vê çalakiyê de jî zirar negihişt hêzên gerîla.
ANF/BEHDÎNAN