Bi êrîşên çeteyên DAİŞ’ê yên bi ser Şengalê de bi 10 hezaran Êzîdî ji ber gef û kirinên komkujiyê koçberî bajarên Bakurê Kurdistanê bûbûn. Yek ji wan penaberan Saîd Îlyas (62) e ku tevî malbata xwe koçber bûye. Îlyas di 3 tebaxa 2014’an de ji Şengalê koçber dibe.
Îlyas tevî malbata xwe bi zehmetiyên mezin û gefên komkujiyê re ji taxa Xanesor ya Şengalê berê xwe dide Zaxo û ji wir jî vedigerîne Amedê. Ji hingê ve Saîd Îlyas û malbata xwe li Kampa Penaberên Êzîdî ya Li Yenîşehîr a Amedê di konan de dimînin.
Îlyas dibêje, ew ji sala 1993’an ve li taxa Xanesor ya Şengalê dikandar bûye, ji bo ku sebra wî pê tê niha vî karî dike û wiha peyivî: “Berê dikana min mezin bû lê niha ez di kon de vî karî dikim. Niha li vir sebra min bi kare min tê.”
Îlyas dide zanîn ku bi dikandariya di konî de debar nabe, lewre welatî pêdivî û tiştên ji mala xwe re lazim ji sûk û bazaran dikirin.

Firax bi hatine rastkirin

Firaxên di hindûrê kon de ji bo kiriyar bibînin li ser textekî hatine rastkirin. Di konê 8 metrekare de Îlyas televizyona xwe jî bi cih kiriye û pê rojevê dişopîne. Sarinca ji bo tiştên cemidî jî cihekî fereh di hundirê kon de girtiye.


UGUR AKGUL
DÎHA / AMED