Li navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyala, goreke komî hat dîtin û xebatên vekirina gorê dest pê kirin.  

Cigirê Berpirsê Malbenda YNK’ê yê navçeya Xaneqînê, Hêmin Mensûr doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku li Xaneqînê goreke komî hatiye dîtin û xebatên ji bo vekirina gorê dest pê kirine.

Hêmin Mensûr got; “Ji aliyê malbatên şehîdan ve em hatin agahdarkirin ku li navenda navçeya Xaneqînê goreke komî heye. Dîroka vê gora komî digehe sala 1991’ê.”

Hêmin Mensûr îşaret bi beşdariya xelkê Xaneqînê ya li Raperîna 1991’ê kir û got, ”di nava çend rojan de navçeya Xaneqînê ji rejîma Baas hat rizgarkirin. Belê piştre rejîma Baas êrîşî Xaneqînê kir û hemû kesên ketin ber destê wan hovane qetil kirin.”

Hêmin Mensûr bi bîr xist ku wekî din li Xaneqînê sê cihên din ên gorîn komî hene û wiha dewam kir: ”Belê heta niha jî hejmara gorên komî yên li navçeyê bi giştî nehatiye zanîn. Sala 2004’an me xwest van gorên komî vekin. Belê wê demê hêzên hevpeyaman bi taybetî Emerîkayê destûr neda ev gor bên vekirin.”

Her wiha Rêveberê Saziya Karûbarê Şehîd û Enfaliyan ê Xaneqînê, Hêriş Ehmed jî li ser heman mijarê got; “Dadgeha Xaneqînê em li ser vekirina gorên komî agahdar kirine. Her wiha biryar e di 3’ê Tebaxê de bi amadebûna endamên Dadgeha Xaneqîn, polis, doktor, Lijneya Wezareta Şehîd û Enfaliyan, gorên komî bên vekirin.”  


 ROJNEWS / XANEQÎN