Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrîşa ku di 19’ê Mijdarê de bi balafira bê mirov ya bi çek a dewleta Tirk li dijî Xanesera Şengalê pêk hat, daxuyaniyek weşand. Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di encama êrîşê de 5 şervanên wan birîndar bûne.

Daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ya têkildarî êrîşê wiha ye;

“Di van demên dawî de dewleta dagirker a Tirk bi balafirên bê mirov li ser hêzên me yên YBŞ û YJŞ êriş pêk anîn. Di êrîşa doh a li ser Xanesorê de 5 şervanên me birîndar bûn, 2 ji wan rewşa wan giran e.

Armanca dewleta dagirker ji van êrişan ew e ku civaka Êzidî ya Şengalê bê rêxistin û bê parastin bihêle.  Ev êrîş parçeyek ji şerê taybet û şerê psîkolojîk e, dixwaze tirs û belavbûyînek di nav civaka me de pêk bîne.

Weke YBŞ û YJŞ  di nava her şert û mercan de em ê gele xwe û civaka xwe biparêzin.”

 

ŞENGAL