Nivîskar û mamostayê zanîngehê Edalet Ebdula diyar kir ku girtina navendên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê tenê di berjewendiya dagirkeran de ye û got, “Ev biryar tenê li xêra dagirkerên Kurdistanê ye. Nabe stratejiya dagirkerên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê were pêkanîn, ji ber ku ev nexweşiyê dixe navbera partiyên Kurd û hewldanên yekîtiyê xirab dike.”

Edalet Ebdula têkildarî biryara girtina ofîsên Tevgera Azadiyê li Herêma Kurdistanê got, girtina navendên Tevgera Azadî zirarê dide azadiya siyasî û wiha peyivî: “Divê azadiya her cûre çalakiyên partî û rêxistinan hebe û bikarin bi awayekî azad bernameyên xwe pêşkêş bikin.”

Pêkanîna stratejiya dagirkeran e

Edalet Ebdula destnîşan kir ku biryara derbarê Tevgera Azadî de di encama zextên Tirkiyeyê de bûye û wiha li ber vê rabû: “Pêwîst e hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê van zextan qebûl nekin.

Biryarên bi vî awayî tenê wê nexweşiyê bixin navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê. Ev biryar tenê li xêra dagirkerên Kurdistanê ye. Ji ber vê jî wê bibe sedem ku danûstandinên ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî xirab bibin. Ev jî planeke stratejîk a dewleta Tirk e. Nabe ku stratejiya dagirkeran li Herêma Kurdistanê pêk bê anîn.”

   

 ROJNEWS / SILÊMANÎ