Sazî  wê wek ofîsa Yekîtiya Saziyên Kurd yê li Ûkranyayê ya bajarê Xersonê jî xebat bide maşandin.  Di vekirina saziyê de Cîgirê Serokê Yekîtiya Saziyên Kurd li Ûkraynayê Mûrad Evdoyî axaftinek kir.


'Dive her Kurd piştgiriyê bide'
Cîgirê Serokê Yekîtiya Saziyên Kurd li Ûkraynayê Mûrad Evdoyî di axaftina xwe bal kişand ser girîngiya gelê bi rêxistin û got: “Li kîjan deverê cîhanê dibe bila bibe îro gelên ne rêxistin kirî berbi tunebûnê ve diçin.  Îro li her welatî Kurd hene. Cihê Kurd lê dijîn pêwîste li çand û nirxên xwe derkeve. Ev yek jî bi rêxistinê û hatina cemhev li ser pirsgirêkên derdikeve nîqaşkirinê dibe. Îro li gelek bajara Mala Kurda hatine vekirin, erkên van Mala ewe ku pêşxistina çand, ziman û parastina nirxane. Li ser vî bingehî em dikarin xwe bêhtir rêxistin bikin û bibin hêz. Kurdê êzidî, misilman û elewî kî dibe bila bibe di encamê de nirxên me yê netewî yekin û erkê me hemûyan parastina van nirxane ye. Asta têkoşîna di pêşangiya Rêber Apo de li Kurdistanê tê meşandin em gihandin van rojan. Tekoşîna gelê Kurd îro di asta herî bilind û xurt de ye. Di vê çarçoveyê de em jî wek gelê Kurd yê li Ûkraynayê jiyan dikin, piştgiriya xwe ji projeya birêz Abdullah Ocalan re eşkere dikin. Pêwîste her Kurd piştgiriyê bide vê pêvajoyê.” 

ANF/XERSON