Li Xoy û Çewlîkê erd hejiya
Îro li Xoy a li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê saet 05.23ʼan er bi bi şiddeta 4.7 hejiya. Erdheja em qala wê dikin, weke erdhejokan jî dewam kir. Li gorî pîvana rîxterê bi şiddeta 4.7 pêk hat. Erdhej 7 kîlometreyan di bin erdê de qewimî. Li deverên nêzî Wanê jî hat hiskirin. Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê jî erdhejek îro danê sibê saet 9.38'an bi şiddeta 4.3 pêk hat. Erdhej ji bo demekê bû sedema tirs û panîkê. Heta niha der barê xisareke canî de agahî bi dest neketiye. NAVENDA NÛÇEYAN