Li Başûrê Kurdistanê pêngava boykotkirina malê Tirkî ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin dewam dike. Di vê çarçoveyê de li navçeya Xurmatû ya Selahedînê jî welatiyan dest bi boykotê kir.
Grûba Boykotê ku ji ciwanan û hejmarek çalakvanan pêk tê, bi belavkirina belavokan daxwaz ji xelkê kirin ku beşdarî pêngava boykotê bibin.
Endamê Grûba Boykotê Hêmin Îbrahîm axivî û got; “Li nava bazarê, cihên giştî, mal bi mal, kolan bi kolan geriyan û me ji xelkê re got, niha Tirkiye xwişk û birayên me li Rojava şehîd dikin û malên wan wêran dikin, lewma pêwîst e ku em jî li dijî Tirkiye dest bi şerê aboriyê bikin û boykota malê Tirkî bikin.”
Hêmin Îbrahîm bang li her kesî kir ku beşdarî pêngava boykotkirina malê Tirkî bibin û di jiyana rojane de bi awayekî kirdarî pêk bînin.
ROJNEWS/XURMATÛ