Şevê din saet 22:30’ê çeteyên DAIŞ’ê êrîşê çeperên hêzên pêşmergeyan ên li bajarokê Zergê ya girêdayî navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahaddîn kirin. Fermandarê Tûgaya 6 a hêzên pêşmergeyan li eniya Xurmatû Dilşad Mistefa têkildarî şerê li herêmê ku ji RojNewsê re wiha peyivî: “Li bajarokê Zerge ya girêdayî Xurmatû, çeteyên DAIŞ’ê ji her du gundên Ebud û Bîr Ehmed ve ji du aliyan de êrîşê hêzên pêşmergeyan kirin. Di nava hêzên pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de zêdetirê saetekê şer dewam kir.”

 

Pêşmerge bersiva êrîşan da

Hêzên pêşmergeyên Tûgaya 16 a Silêmaniyê jî, ji bo alîkariya pêşmergeyên eniya şer, hatin herêmê. Çeteyên DAIŞ’ê bi hêzek mezin êrîş kire ser hêzên me. Belê hêzên me bi tundî bersiva êrîşa wan da û ev êrîş paşda şikandin.”

Dilşad Mistefa got ku di encama şerê vir de pêşmergeyek şehîd bû û 3 pêşmerge jî birîndar bûn. 


Nasnameya pêşmergeyê şehîd

 Pêşmergeyê di şerê şevê din de şehîd bûye, navê wî Yusif e. Fermandarê Yekîneyê ye. Zewicî ye û 3 zarokên wî hene. Xelkê qezaya Qeladizê ye.


HÛŞMEND KURDÎ/KERKÛK