
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn li gelek navendan ji bo şermezarkirina êrîşên AKP’ê yên li ser wergehên Kurdistanê di nava çalakiyan de bûn. Di çalakiyan de berxwedana gel hate silavkirin û banga xwedîderketina li xwerêveberiyan hate kirin.
WÎESBADEN: Li bajarê Elmanya Wîesbadenê, meş û mîtîngek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrt û Maînzê ve hat organîzekirin. Di çalakiya ku Kurdistaniyên ji Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt û Maînzê beşdar bûn de pankarta bi nivîsa “Li Kurdistanê komkujî tên kirin” û wêneyên şoreşgerên jin ên li Silopiya û Parîsê hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.
Piştî meşa ku dirûşmên “Dewleta kujer wê hesab bide”, “Bijî berxwedana Kurdistanê”, “Merkel fînanse dike, Tirkiye lê dide” hatin qîrîn, mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Elmanî yên ji aliyê NAV-DEM’ê ve hatin amadekirin, hatin belavkirin.
Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê Mehmet Emîn Yildiz û li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî Mele Saleh peyivîn
MANNHEÎM: Li bajarê Elmanya Manneheîmê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Navenda Civaka Kurd, meşek hat lidarxistin. Girseya gel a heta ber HBF a Mannheîmê meşiya, li vir mîtîngek pêk anî. Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Bijî berxwedana Amed, Botanê”, “Ji Ocalan re azadî” hatin qîrîn û piştî deqeyeke rêzgirtinê belavoka Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Navenda Civaka Demokratîk hat xwendin. Di çalakiyê de tevî nûnerên NAV-DEM, AGÎF, ATÎK, ADHK, AABF, SDP, SYKP, Dîe Lînke bi sedan kes amade bûn.
HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi mîtîngekê re, terora AKP li Kurdistanê dike şermezar kir. Gelek saziyên Elman jî destek dan mîtîngê. Li ser navê Partiya Çep, rêveberiya eyaleta Saksonya Jêrîn VVN, Antîfa Celle, Ciwanên Antîfaschîst, KORN û NAV-DEM’ê axaftin hat kirin. Qisekeran ragihandin, ku bêdengiya Ewropa bi taybetî jî ya Elmanya li pêşberî van komkujiyan, nayê qebûlkirin.
SAARBRUCKEN: Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, di nava vê hefteyê de bi çalakiyan re komkujiyên li Bakurê Kurdistanê rû didin, hatin şermezarkirin.
Çalakî ji roja Sêşemê û vir ve dewam dikin. Duh jî meşek hat lidarxisitn. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin ku divê binpêkirina mafên mirovan û pêkanîn faşîst ên dewleta Tirk êdî bên sekinandin. Çalakgeran dirûşmên “Kujer Erdogan” qîriyan û piştre li ber Europa Galerî mîtîngek lidar xistin.
VIYANA:Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd li Silopiyayê û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, li ber avahiya parlamentê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Çalakiya li ber parlamentê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û bi axaftinan dewam kir.
Girseya gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, Ciwanên Azad vekir û dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî piştgiriya enternasyonal” qîriya. Di çalakiyê de li ser rewşa li Bakurê Kurdistanê belavokên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. Di dawiya çalakiyê de ji bo çalakiya bi pêşengiya jinan li Spephansplatzê were lidarxistin, banga tevlîbûneke xurt hat kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN