Nûnertiya PYD´ê ya Yewnanistanê li ser rewşa dawî ya Rojava û Bakurê Sûrî, li paytexta vî welatî Atînayê konferanseke çapemeniyê organîze kir. Konferans li ser daxwaza komek rojnamevanên navdar pêk hat.

Konferansê li ser êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bû. Nûnerê PYD´ê yê li Yewnanistanê, Îbrahîm Muslim bersiva pirsên li ser mijarê da.

Îbrahîm Muslim got, “Lazim e gelê Yewnan dagirkirina Efrînê weke dagirkirina Qibrisê bibîne. Daxwaza me ya sereke ew e ku em kiryarên dewleta Tirk nîşanî hemû cihanê bidin. Li ser vî esasî, em bang li raya giştî a cihanê dikin ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwêst û guh bidin daxwazên gelan.

 

 ATÎNA