BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Li bajarê Fransayê Strasbourgê, li zanîngeha bajêr bi navê “Rojava û li Rojava Şoreşa Jinê” panelek bi rê ve çû. Koma jinên femînîst li zanîngehê ya bi navê “FEMFEST”ê ev panel organîze kir. Ji çalakgerên Komeleya Jinan a Zînê Zozan Alxas û Sevîl Tolhildan weke axaftvan beşdar bûn.

Çalakî li hola konferansê ya zanîngehê bi rê ve çû û li ser mijarên derketina meydanê ya Şoreşa Rojava, têkoşîna jina Kurd, îdeolojiya rizgariya jinê û jineolojiyê agahî hatin dayîn. Ji qisekeran Sevîl Tolhildan li ser dîroka Şoreşa Jinê ya Kurd beşdar agahdar kirin. Wê got, jinên Kurd li dijî DAIŞ´ê di şer de li bereya pêş bûn, hîna jî wisa ne û kesê ku îdeolojiya DAIŞ têk birî jî Rêber Apo bûye. Wê wekî din got, jina Kurd li dijî feodalîzmê şer kiriye, berdêlên giran dane û bi têkoşîna PKK´ê re li Kurdistanê jina Kurd bû pêşenga şoreşê. Li gorî wê, jina Kurd hêza sereke ya şoreşa roja îro ye jî.

Dinyayeke din mumkin e

Zozan Alxas jî îşaret bi aliyên wekheviya cinsan, ekolojîst, demokratîk û wekheviya mafan a paradîgmaya Şoreşa Rojava kir û got, dewleta Tirk bi desteka navneteweyî her gefa dagirkirinê li Rojava dixwe. Zozanê wekî din bi bîr xist ku jinên Kurd û jinên din ên deverê di bin banê YPJ´ê de şerê DAIŞ´ê kirine û DAIŞ têk birine û îro jî dewleta Tirk ji bo tola DAIŞ´ê hilîne, êrişî sîstema demokratîk konfederal a Rojava dike.

Zozan Alxas înternasyonalîstên ji seranserê dinyayê pişta miletê Kurd girtî û bi wan re têkoşiyayî jî ji bîr nekirin û piştre jî got, Şoreşa Rojava îsbat kir ku dinyayeke din mumkin e. Bi vê yekê re jî wê bang li jinan hemûyan kir da ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.

Belgefilma Sauloyê hat nîşandan

Piştre jî belgefilma derhêner Mylene Sauloy a bi navê “Kurdistan: Girls at War/Kurdistan: Keçên şer dikin” hat nîşandan. Belgefilm bi jiyana yekê ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd Sakîne Cansiz (Sara) dest pê dike ya ku li paytexta Fransayê Parîsê 9´ê Çiletyê 2013´an bi destê dewleta Tirk hat qetilkirin. Belgefilm bi giştî behsa têkoşîna jinên Kurd dike û bi parazvanên Şoreşa Rojava YPJ´ê jî bi dawî dibe. Piştre jî bi pirs û bersivan çalakiyê dewam kir. Beşdaran bang li jinan kir da ku beşdarî çalakiyên li dijî bêbextiya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan bibin.