Roja 25’ê Kanûna 2018’an ji ber qezaya trafîkê ya li zanîngeheke bajarê Tehranê, nêzî 10 xwendekaran jiyana xwe ji dest da û 20 jî birîndar bûn. Li gel ku hêj sedema vê qezaya trafîkê nehatiye zanîn, ji bo zelalkirina bûyerê xwendekarên zanîngehê bi rojan e li ser piyan in. Xwendekar diyar dikin ku rayedarên zanîngehê ji ber vê karesatê berpirsyar in û heta niha encama lêkolînan nehatiye eşkerekirin. Her wiha medyaya Îranê wek bûyereke gelekî ji rêzê cih da vê bûyerê û vê yekê hêrsa xwendekaran hîn zêdetir kir.
Li aliyê din dema xwendekaran xwest li hewşa zanîngehê merasîma bibîranîna hevalên xwe çêkin, destûra wan nehat dayîn. Heta, hêzên ewlekariyê êriş kir, dayika yek ji xwendekarên jiyana xwe jidest dayî û gelek kesên din destgîr kirin. Ji roja piştî bûyerê heta niha, çalakiyên xwendekarên zanîngehê dewam dikin û belavî gelek zanîngehên din bi taybetî zanîngeha navendî ya Tehranê jî bûne. Li bajarên wek Meşhed û Şîrazê çalakiyên bi heman mebestê yên piştîgiriya ji xwendekaran re dewam dikin. Wek her carê medyaya Îranê ku qet cih neda çalakiyên protestoyî yên xwendekaran, dema rewş aloz dît, dest bi weşaneke dijberî xwendekaran kir. Bi îdîaya ku bûyerên li zanîngehê bi destê hinek hêzên derve û medyayên derve tên provekekirin û birêvebirin, dixwaze serê bûyerê bigire.
Dirûşmeyên xwendekaran jî nîşan didin ku xwendekarên zanîngehên Îranê tenê bûyera mirina xwendekaran wek bûyereke ji rêzê nanirxînin. Esas, xwendekar dixwazin balê bikşînin ser polîtîkaya taybet a rejîmê li ser zanîngehan.
Sala par, tam di van rojan de dîsa roja 28’ê Kanûna 2017’an serhildanên gelên Îranê ji zanîngehan dest pê kir. Serhildana ku bi mehan dewam kir û tê de nêzî 50 mirovan jiyana xwe ji dest da û zêdetir 100 kesî jî birîndar bûn. Yek ji xwepêşandanên herî radîkal ên dîroka komara Îslamî bû ku ji bo cara yekê li dijî pergala Wilayetê Feqîh hat lidarxistin. Ji ber vê cudahiya xwe bû ku ewqas kes hatin kuştin, girtin û gelek mirov jî bê ser û şûn bûn. Mirov dikare bibêje dîsa çalakiyên zivistana 2017-2018’an bi pêşengiya zanîngehan dest pê kir. Her çend çalakî di serî de ji ber krîza aborî ya li Îranê bûn. Lê ya esas, daxwaza gel guhertina rejîma heyî bû. Bûyerên roja îro yên zanîngehên Tehranê jî li ser heman daxwazê ne. Rejîm bi zanebûn her tim dibêje, destê hêzên derve li pişt van bûyeran heye, bi vî awayî êriş û hovîtiya xwe ya li dijî xwendekaran rewa dike.
Em hinekî din berê xwe bidin rabihuriyê, roja 9’ê Cotmeha 1999’an di dema serokkomariya Mihemed Xatemî de jî ji bo cara yekê piştî şoreşa 1979’an xwendekar daketin meydanan û zextên li ser xwe û bi taybetî sansûra ramana azad şermezar kirin. Wê demê rojnameyek ku xwendekarên zanîngeha Tehranê derdixist, hat girtin û pê re hêrsa xwendekaran a li dijî rejîmê gihişt asta herî jor. Wê demê hêzên rejîmê ji komên Besîcan bigire heta Sipah û îstîxbaretê, derengiya şevê eriş birin ser malên xwendekaran. Heta niha jî çarenûsa gelek ji wan xwendekaran nayê zanîn. Tê gotin, van hêzên tarî hinek xwendekar ji pencereya odeyên wan ji avahiyên çend metreyî ve avêtine xwarê. Bi sedan xwendekar hatin qetilkirin, birîndar bûn û hatin wendakirin. Serokkomarê wê demê Mihemed Xatemî qaşo xwest xwendekaran biparêze û yek du gotinên dilê xelkê xweş bike, gotin. Lê belê berpirsyarên Sipahê Pasdaran raste rast ew kirin hedef û got, heger hûn wek Serokkomar mudaxeleyî xwepêşandanan nekin, em ê bixwe mudaxele bikin. Jixwe, wê demê jî wan mudaxele kir û hovîtiyên mezin kirin.
Her tim tovên destpêkê yê şoreş û serhildanan li Îranê ji zanîngehan zîl dane, li wir dest pê kiriye. Ji bo vê jî polîtîkaya rejîmê li beramber zanîngehan gelekî taybet e. Bi rêbazên cur bi cur hewldanên marjînalkirina daxwazên xwendekaran bi salan tê meşandin. Her cure meylên siyasî û liv û tevgerên di zanîngehan de bi rêbazên gelekî zirav tê pûçkirin û bêwatekirin. Tirsa rejîmê ji zanîngehan ewqas zêde ye ku her carê bi behaneyeke pirr biçûk hêzên artêşê dikevin dewrê û bi hovane êriş dikin. Li gel hemû zext û êrişan jî zanîngehên Îranê bi taybet zanîngeha Tehranê xwedî potansiyela herî zindî ye ku dikare pêşengiya şoreşa civakî li seranserî Îranê bike. Mirov heman tiştê dikare ji bo zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê jî bibêje. Rola zanîngehên Rojhilat ên di serhildanan de wek mînak di serhildanên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de diyarker bû. Di wan serhildanan de gelek xwendekaran jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Roja îro roleke herî esasî jî xwendekarên jin dilîzin. Gelek xwendekarên ku di van çend rojên dawî de hatin girtin û êriş li ser wan çêbû, dîsa xwendekarên jin in. Beşdarbûna zêde ya jinan di van çalakiyan de rejîmê hîn zêdetir ditirsîne ku her carê di medyaya xwe de bi çeka hicab û qaşo dijberiya bi Îslam û xwedê re jinan mehkûm dikin û şideta li dijî wan ji xwe re rewa dikin. Ya di serî de jin û hemû xewendekar dixwazin, guhertina rejîma heyî ye ku gelek tawan li dijî xwendekaran kiriye. Rejîm neçar e ku guh bide daxwazên esasî yên xwendekaran. Bi gotina, "destê derve di van xwepêşandanan de heye", êdî wê nekaribe xwe li beramber pêla bi hêrs a xwendekaran bigire. Ji ber ku zanîngeh li Îranê hêlîna şoreşan bûye û wê her tim jî wisa be!