Dewleta Tirk li Zapê 2 ciwanên sivîl qetil kir. 23´ê çileyê artêşa Tirk a dagirker herêma Dêralok û derdora wê bombebaran kir û 4 sivîl qetil kir, heman rojê li herêma Zapê jî 2 ciwan qetil kir. Her dû ciwan dema ji gundê Ekûtê tevgera balafiran dibihîzin, dikevin şikeftekê. Lê belê balafirên artêşa Tirk li wan dide û her du ciwan tên qetilkirin. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku ji ber êrişa zêde ya dewleta Tirk a dagirker dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
ANF/ZAP