Şaxê Îtaliyayê di Konferansa Jinûve Avakirina Kobanê ku 2’yê Gulana 2015’an de li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê de hat avakirin.
Ji bo her zarokek ku navê wî/wê ji aliyê kordînasyonê ve were tomarkirin dê mehane 30 Euro bête pêşkêşkirin.
Şaxê Îtalyayê xwest ku zarokên sêwî ku xizmên wan di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de jiyana xwe jidest dan, werin tomarkirin. Li ser vê yekê kordînasyonê jî di 17’ê kanûna 2015’an de dest bi qeydkirinê kir.
Kordînasyonê û Rêxistina Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jin Sara hejmara zarokên ku malbatên wan di Komjiya 25’ê Hizêrana 2015’an ku çeteyan pêk anî û zarokên şehîdên berxwedaniya Kobanê, tomar kirin.
Heta niha navên 174 zarokên bajarê Kobanê û gundên girêdayî wê hatine tomarkirin. Ev pêngava alîkariyê ji zarokên yek salî heta 17 salî di nava xwe de digre. Wê kordînasyon heta ku navê hemû zarokên sêwî ên Kantona Kobanê tomar bike, hejmartinê bidomîne.
Piştî ku hejmartin bidawî bibe. Wê raporeke bi navên van zarokan tevî aghî, wêne û rewşa wan ji şaxê Îtalyayê re were şandin.
Şaxê Îtalya yê Kordînasyona Jinûve Avakirina Kobanê bi alîkariya hikûmeta Îtalyayê vê projeyê lêkolîn dikin. Heta niha 147 malbatên Îtalî gotine ku ew amade ne bi riya kordînasyonê mehane 30 Euro ji bo her zarokekî pêşkêş bikin.
NÛRHAN EBDÎ / ANHA/KOBANÊ