Girtiyên ji dozên PKK û PAJK´ê ji 1´ê Adarê ve li hemû hepsên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan. Di vê çarçoveyê de li Hepsa tîpa T a Mêrdînî 142 girtî û li Hepsa tîpa T a Panosê jî 138 girtî di grevê de ne.
Li Hepsa Tîpa E ya Mêrdînê hejmara girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan ketin greva birçîbûnê gihîşt 142 kesan. Hat zanîn ku 3 ji wan rojnamevan û siyasetvan in.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 5’ê Çile de 9 girtiyan li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kiribû. Ev hejmar ji 1’ê adarê şûn ve 14 jê jin bi giştî gihîşt 142 kesan. Ji bilî zarok, girtiyên nexweş û kesên cezayê wan ketiye bin salekê, hemû girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir.
Rojnamevan Abdulkadîr Turay, Ugur Akgul û Çetîn Kurşun, Hevserokê Rêxistina HDP’a Mêrdînê Alî Sîncar ê di 7’ê sibatê de li ser fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu hat girtin, girtiyên ji Doza Nisêbînê û Hevşaredarê Dêrikê Abdulkerîm Erdem jî di nava çalakgeran de cihê xwe digirin.
Rêveberiya girtîgehê bi xwe, der barê 132 girtiyên di grevê de ji 2’ê Adarê û şûn ve, lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin. Ji girtiyên ketine ber lêpirsînê hatiye xwestin parastina xwe bikin yan na, ev ê weke, “ji parastinê reviyane” bê qebûlkirin.
Navên girtiyên ji 5’ê Çile ve di grevê de ne jî wiha ne: Sîbel Akdenîz, Bayram Demîrhan, Mahsun Şen, Zana Yilmaz, Bîrdal Abay, Şerîf Demîrtaş, Vedat Duyuş, Bariş Akkuş, Oktay Gul. Mehmet Feyzî Fîdan jî ji 1’ê Sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.
Li Hepsa tîpa T a Patnosê jî 138 girtiyên siyasî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ne.