Li zindana Şakranê ya Îzmîrê gardiyanan êşkence li Burhan Ozmuş kirin. Burhan Ozmuş li zindana Şakranê tîpa Tʼyê tê girtin. Ozmuş telefonî malbata xwe kir û ji wan re got, gardiyanan lê dane. Burhan Ozmuş ê 24 salî 1'ê Nisanê bi telefonê bi bavê xwe Cihan Ozmuş re axivî û got: nêzî 15 gardiyanan bi hinceta "Di telefonê de dengê xwe bilind kiriye" li wî xistine. Ozmuş da zanîn ku wî kengî telefon vemirandiye 15 gardiyanan lê dane û paşê jî ew rakirine nexweşxaneyê. Ozmuş gotiye, niha rewşa wî nebaş e. Bavê Burhan, Cihan Ozmuş got, kurê wî di tehlûkeyê de ye û ji Şaxê Komeleya Mafê Mirovan ÎHD'ê ya Îzmirê alîkariya hiqûqî û qanûnî xwest. Cihan Ozmuş got, sibê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê bide û gilî bike. ÎZMÎR