Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk da ku li ser rewşa girtîgehan agahî parve nekiriye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş mezin e û hate gotin, “Li girtîgehan 1300 girtiyên nexweş hene ku rewşa tenduristiyê ya 450 ji wan di kategoriya nexweşên giran de ye.

TUAY-DER’ê diyar kir ku divê girtî bên berdan û got, “Ji ber girtiyên nexweş ên li girtîgehan em bi fikar in. Em weke gel li derve di nava şert û mercên azad de bi zor û zehmetî li dijî vîrûsê têdikoşin, gelo li girtîgehê ku nepaqij e, mutbex, banyo, tiwalet û cihê razanê hevpar in, wê girtî çawa li dijî vîrûsa koronayê têbikoşin. Îranê girtîgeh vala kir, DYE nîqaş dike ku girtîgehan vala bike. Li Tirkiyeyê di vê mijarê de nîqaşek jî nayê kirin ku ev yek me dixe nava fikaran. Bi navê TUAY-DER’ê em bang li Wezareta Edaletê û rayedarên hikumetê dikin ku di serî de girtiyên nexweş girtiyan hemûyan tavilê berdin yan jî cezakirina wan taloq bikin.”

 

 ANF/AMED